Li Finlandiyayê dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin

Kurdistaniyên li Finlandiyayê îro ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk çalakiyek lidarxistin. Di çalakiyê de berxwedan Heftanînê jî hate silavkirin.

Îro( 22.08) Kurdistaniyên li Finlandiyayê dijîn, li dijî êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk çalakî lidarxistin. Kurdistanî li navenda bajarê Helsînkiyê civiyan û li ser êrişên Tirkiye daxuyaniyek dan.

Di çalakiyê de Nûnerê Tevgera Goran axivî û rexne li helwesta deshilata Başûr girtin.

Daxuyanî bi zimanê Îngîlizi, Finlandî û Kurdî hatin xwendin û êrişên dewleta faşîst hat şermezarkirin. Di çalakiyê de gel bi mûzîk û dirûşmeyan piştgiriya xwe ji bo berxwedana Heftanînê anîn ziman.