Li Eyn Îsayê şerê giran

Şervanên QSD'ê ku bersivê didin êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li gundê Mealikê çekeke dagirkeran a ku doçka li ser bû, îmha kirin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên Seyda û Mealik ên Eyn Îsayê dewam dikin.

Şervanên QSD'ê bersiveke tund didin êrişên çeteyan. Lewma li herêmê şerekî giran diqewime.

Şervanên QSD'ê ku li gundê Mealikê derbên giran li çeteyan xistin, wesayiteke ku çeka doçka li ser bû, ya çeteyan îmha kirin.

Li herêmê şer giran e.