BI DÎMEN

Li Ewropayê sîstema tecrîd û qirkirinê hate şermezarkirin

Li gelek navendên Ewropayê bi mîtîng û meşan sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

ÇALAKIYÊN LI DIJÎ SÎSTEMA TECRÎDÊ

Li gelek navendên Ewropayê Kurd û dostên wan, li ser banga Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê (ADGB) bi çalakiyan sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê protesto kirin. Di çalakiyên ku li Viyana, Stûtthgart, Nurnberg, London û Hannoverê hatin lidarxistin de, bang li gelê Kurd hate kirin ku ji bo azadiya xwe rabe ser piyan. Her wiha bang li CPT û saziyên Ewropayê jî hate kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdan li ber Parlamentoya Awûstûryayê mîtîngek lidar xistin.

Mîtîng bi pêşengiya DEM-KURD’ê hate lidarxistin. Hevserokê Civaka Azad a Awûstûryayê Ahmet Zîrek daxuyanî da û got: “Divê hemû Kurd rabe ser piyan û xwedî li Rêberê xwe derkeve.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

STÛTTGART

Li ser banga Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê (ADGB) li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li cadeya Laûtenschlager hatin ba hev. Gelek pêkhateyên saziyan beşdarî çalakiyê bûn.

Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Kujer Erdogan” hatin berzkirin.

NURNBERG

Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê bi heman armancê meşek hate lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan diyar kirin ku tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bang li CPT û saziyên Ewropayê kirin ku wezîfeya xwe ya li dijî tecrîdê, bi cih bîne.

LONDON

Li paytexta Îngilistan Londonê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 39 meh in agahî jê nayê wergirtin, stand hate danîn. Di standê de broşur û pirtûk hatin belavkirin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Îmraliyê” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê jî tecrîd hate protestokirin. Çalakiya ku li Hannover Haûptbahnhofê hatî lidarxistin, bi şîara “Werin em li her deverê dengê xwe bilind bikin û tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan bişkînin” hate lidarxistin. Di çalakiyê de tecrîda mutlaq a li ser Abdullah Ocalan hate teşhîrkirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.