Li Ewropayê şehîd hatin bibîranîn

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê û li bajarê Parîsê yê Fransayê şehîd hatin bibîranîn.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê 17 şervanên MKP’ê hatin bibîranîn yên ku di 17’ê Hezîrana 2005’an de li herêma Mercana Dêrsimê şehîd bûbûn.

Di bibîranînê de êrîşên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û Mexmûrê hate protestokirin.

PARÎS

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn, 3 jinên Kurd ên li gundê Hêlincê yê Kobanê ji aliyê dewleta Tirk hatibûn qetilkirin û şervanên MLKP û HBDH’ê Sînan Guneş hatin bibîranîn.

Di çalakiyê de sînevîzyon hate nîşandan. Endamên TKPML-TÎKKO, TJK-F’yê tevlî çalakiyê bûn.