Li Ewropayê kampanya ‘Em malbatan tînin ba hev’

Nûnertiya HDP'ê ya Ewropayê têkildarî amadekariyên kampanyaya 'Em malbatan tînin ba hev' daxuyanî da û got: "Ji bo em bi awayekî herî baş xwe bi rêxistin bikin, em xebatên xwe yên amadekariyê didomînin.“

Nûnertiya HDP’ê ya Ewropayê têkildarî amadekariyên kampanyaya ‘Em malbatan tînin ba hev’ ku HDP’ê ji bo mexdûrên erdhejê daye destpêkirin, daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Em Nûnertiya HDP’ê ya Ewropayê ji bo piştevaniya kampanyayê, xebatên amadekariyê didomînin. Qonaxa yekemîn a kampanyaya HDP’ê, yekitiya li Tirkiyeyê ye. Qonaxa duyemîn jî xebatên ku em  ji derveyî welat û bi taybet li Ewropayê bi rêxistin bikin e. Em hestyariya vê mijarê dizanin û ji bo ku bi awayekî herî baş bi rêxistin bikin xebatên xwe yên amedakariyê didomînin. Em ê der barê mijarê di hefteyên pêş de qonaxa duyemîn a kampanyayê bi raya giştî re ragihînin. “

Navnîşana danûstandinê ya Nûnertiya HDP’ê ya Ewropayê: [email protected]