Çalakgerên greva birçîbûnê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn

Çalakgerên greva birçîbûnê yên Strasboûrg, Berlîn û Den Haagê li hev civiyan û berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn.

Çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger ên  li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan bi pêşengiya Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven hatî kirin, li Belçîkayê li hev civiyan û berxwedêrên 14’ê Tîrmeha 1982’an bi bîr anîn. Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç, Ramazan Îmîr, Mehmet Nîmet Sevîm, Mûstafa Sarikaya, Mohammad Ghaderî, Denîz Surgut, Ayvaz Ece, Kadro Bokanî, Kerem Solhan, Agît Ûral, Ekrem Yilmaz, Mele Mustafa Tûzak, Omer Badûr, Cemal Kobanê, Hasbî Çakici û Hûseyîn Yildiz beşdarî merasîma bibîranê bûn.

‘BERDÊLÊN MEZIN HATE DAYÎN’

Di merasîmê de siyasetmedarê Kurd Mûstafa Sarikaya axivî û wiha got; “Îro ji bo gelê me rojekî dîrokî ye. Di demeke krîtîk de li bi israr li dijî koletiyê derket. Bi pêşengiya Rêber Apo komeke biçûk gavekî avêtin. Ji bo wê demê dibe biçûk be lê gelek girîng bû. Beriya vê pêngavê li çar parçeyên Kurdistanê demeke bi zorî dihate jiyîn. Gotubêja hebûn û tinebûnê hebû. Li dijî êşkence, zilm û tinekirinê kadroyên PKK’ê berdêla wê çi dibe bila bibe berxwedanek da destpêkirin. Yekem pêşengê vê Mazlûm Dogan bû, piştre koma 4’an û  bi berxwedana 14’ê Tîrmehê dom kir. Wê rojê berdêlên herî mezin rêberên me dan.”

Mûstafa Sarikaya bi domdarî got; “Têkoşîn, nirx û rêxistinbûyîna îro berhema wan rojan e. Îro ti kes nikare pêşiya têkoşînê bigire. Ji ber ku havêna wê em ji 14’ê Tîrmehê digirin. Rêber Apo ev têkoşîn ava kir lê nûnertiya wê van hevalan kir. Ji bo wê 14’ê Tîrmehê ji bo gelê me û herêmê rojekî dîrokî ye. Îro damezrînerên hemû nirx, îdeolojî, berxwedan, têkoşin û rêxistina me hevalên me yên wê demê bûn. Em deyndarê wan in.”

Mûstafa Sarikaya herî dawî qala greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kir û got çalakiyekî dîrokî bû.