Li Eupenê şeva hevgirtinê ya bi mexdûrên erdhejê re hate lidarxistin

Ji ber erdheja li Kurdistan û Sûriyeyê li paytexta herêma Elmanya ya Belçîkayê Eupen bi pêşengiya Şaredar û Komîteya Jinên Kurd şeva hevgirtinê hate lidarxistin.

Kurdistanî û Belçîkayiyan eleqeyeke mezin nîşanî şevê dan. Di şeva piştevaniyê ya ku li avahiya Alterschlachthofê hat lidarxistin de xwarinên ku ji aliyê beşdaran ve hatibûn amadekirin hatin belavkirin.

Şaredara Eupenê Claudia Niessen di axaftina xwe ya şevê de xemgînî û hestên hevgirtinê yên ji ber keraseta erdhejê anî ziman.

Li ser navê Înîsiyatîfa Jinên Kurd Sûheyla Solîn axivî û spasiya beşdaran kir.

Alîkariyên ku ji bo mexdûrên erdhejê hatin berhevkirin, li ser sindoqa alîkariyê ya li salonê û hesabê banka Hevya Sor hat kirin.

Çalakî bi konsera muzîkê bi dawî bû.