Li Esslîngenê şehîd hatin bibîranîn: Em ê xwedî li berxwedana wan derkevin
Gerîlayên HPG’ê Nazli Yalçin û Çetîn Temel ên ku şehîd bibûn, li Esslîngenê hatin bibîranîn.
Gerîlayên HPG’ê Nazli Yalçin û Çetîn Temel ên ku şehîd bibûn, li Esslîngenê hatin bibîranîn.
Ji bo gerîlayên HPG’ê Nazli Yalçin (Rojdem Giravî) û Çetîn Temel (Demhat Setkar) ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibûn, li Komeleya Gelê Kurd a Esslîngenê hatin bibîranîn
Kurdistaniyên li Esslingen û Stûttgartê dijîn beşdarî çalakiya bîranînê bûn. Li salona komeleyê wêneyên gerîlayên şehîd û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.
Hevserokê Komeleya Gelê Kurd a Stûttgartê Mesût Daghan diyar kir ku gerîlayên Kurdistanê yên şehîd bûne rûmeta gelê Kurd in û wiha got: "Şehîdên me ev 40 sal in di nava şert û mercên gelekî dijwar de têkoşîn anîn heta vê rojê. Ne bi hilgirtina wêneyên wan, bi mezinkirina berxwedan û hêviyên wan em ê li xwen xwedîderkevin. "
'DIVÊ EM XWE BERPIRSYAR BIBÎNIN’
Daghan anî ziman ku li ku derê dibin bila bibin divê xwedî li şehîdan derkevin û wiha domand: "Divê em dijmin di şexsê wan de baş nas bikin. Divê her Kurdistaniyek van şehadetan mîna pirtûkekê bixwîne. Weke Kurdên li Ewropayê dijîn, çi ji destê me tê, pêwîste em bikin. Weke her welatparêzekî em ê bi berpirsyariya xwe haydar bin. Li ku derê cîhanê dibe bila bibe, em li hemberî her şehîdekî xwe berpirsyar bibînin."
Li ser navê malbatên şehîdan Kiyas Yalçin axivî û diyar kir ku şerê herî dijwar ê ku li Filistînê didome li Kurdistanê qewimiye.
Di bîranînê de sînevîzyona ku ji axaftinên gerîlayên şehîd hatibû amadekirin hat pêşandan.