Li Esslîngenê êrîşa li dijî Şengalê hate protestokirin

Êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Şengalê li bajarê Esslîngen ê Elmanyayê bi çalakiyekê hate protesto kirin.

Pêkhateyên MLPD û NCKD li HBF a Esslîngenê li hev civiyan û êrîşên demên dawî yên li dijî Rojava û Şengalê bi çalakiyekê protesto kirin.

Di çalakiyê de belavokên têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê hate xwendin û belav kirin.

Di çalakiyê de pankartên “Destê xwe ji Rojava bikêşe”, “Azadiya jinên li Şengalê azadiya mirovahiyê ye”, “Li tevayî cîhanê hemû jin li dijî DAÎŞ’ê bibin yek”, “YPG, YPJ” hatin hildan.

Li aliyê din bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Terorîst Erdogan ji Rojava bicehime”, “Bijî berxwedana Rojava” û  “Hoch die Internationale Solidarite” hatin berzkirin.