Li Elmanyayê rastgirên tund li dijî tevdîran daketin kolanan

Li Elmanyayê roja Şemiyê bi hezaran kes li dijî tevdîrên pêşîgirtina vîrûsa koronayê daketin qadan û çalakî kirin. Çalakî ji aliyê rastgirên tund ve hatin kirin.

Berlîn, Frankfûrt, Munchen, Stûttgart û Dortmûnd jî di nav de li derdora 20 bajarî li dijî tevdîran xwepêşandanên prtotestoyî hatin lidarxistin.

Çalakiyên ku ji destpêka meha Nîsanê ve tên lidarxistin, roja Şemiyê berfireh bûn. Çalakî bi giranî ji aliyê rastgirên tund û yên teoriyên komployê dikin hatin lidarxfistin.

Li Stûttgartê destûr hate dayin ku 5 hezar kes li hev kom bibin. Beşek ji girseya gel li nava kolanan hatin civandin. Halbûkî di prensîbê de çalakiyên mezin ji ber tevdîrên li dijî şewba vîrûsa koronayê qedexe ne. Amadekaran dixwestin 500 hezar kesî li hev kom bikin.

Li Frankfûrtê jî rastgirên tund û çepgir hatin hemberî hev. Li gorî çavkaniyên polîsan di her çalakiyê de derdora 1500 kes amade bûn. Di çalakiya dijber de dirûşma "Nazî bicehimin" hate qîrîn.

Li Bremen, Nurnberg, Leîpzîg û Hambûrgê jî çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarê Hambûrgê, di navbera dijberên tevdîran ên rastgir û çalakgerên çepgir de şer derket. Çepgiran pankarta bi nivîsa "Ya ku metirsiyê li ser tenduristiya we çêdike, teoriyên komployê ne" hildan. Li Berlînê jî di navbera çalakgeran û polîsan de şer derket.

Ji ber çalakiyan fikar hene ku Pegîdayeke nû rû bide. Serkêşê Hikumeta Eyaleta Bavyerayê Markûs Soder ku navê wî weke yek ji namzetên cihê Serokwezîr Angela Merkel tê bilêvkirin, bang li hikumetê kir ku şaşitiya di mijara Pegîda de kir dubare neke. Tegera dijberê koçberan û Îslamê Pegîda sala 2014'an bi çalakiyên heftane û spontane dest pê kiribû. Niha li parlamentê veguheriye hêza mûxalefetê ya bingehîn.