Li Elmanyayê qedexe danîne ser, ''Welatiyên Împaratoriyê''

Polîsan operasyon li ''Welatiyên Împaratoriyê'' kir, ku ev kom dewleta Elman nas nake, komeke radîkal a rastgir e. 

Koma radîkal a rastgir ku ji xwe re ''Reichsburger'' dibêje û tê maneya, ''Welatiyên Împaratoriyê'' ev demek bû di rojeva Elmanyayê de bû. Endamên Komê xwe wekî welatiyên Împaratoriya Elman a beriya Şerê Cîhanê yê 2'yan dibînin û sînorên Elmanyayê yên salên 1937'an diparêzin. Endamên komê nasname, ehliyet, plaka û belgeyên bûyinê ji xwe re çêkirine, dewleta Elman nas nakin.

19 HEZAR KES IN

Endamên komê bacê nadin, hurmetê nadin biryarên dadgeh û daîreyên dewletê yên derbarê wan. Îstîxbarata Elman ji 2016'an ve wan dişopîne. Li gorî dawiya sala 2019'An 19 hezar endamên komê hene û endamên komê 950 kes ji van bi rengê rastgirên radîkal têne zanîn.

HATE QEDEXEKIRIN

Kom ji ber ku tim mezin dibû û endamên wê par tevlî nav bûyeran bûn, bi fermana Wezareta Karûbarên Navxwe li 10 eyaletan operasyon birin ser wan. Operasyon bi tevlêbûna 400 polîsî hate kirin. Koma, ''Gel û  Nifşên Elmanyaya Yekbûyî'' ya 'Welatiyên Împaratoriyê'' û Komeleya 'Osnabrucker Landmark'' bi fermana Wezîrê Karûbarên Naxwe Horst Seehofer hate qedexekirin.

SEEHHOFER: KOMEKE TALOKE YE

Seehofer piştî qedexeyê daxuyanî da, got ev komeke wiha ye ku dijminê destûrê ye, antîsemîtîk e û nîjatperest e. Seehofer got,''Ev komele ji bo ewlehiya welatê me, ji bo ewlehiya jiyanê ya memûr û malbatên wan talokeyeke mezin in. Têkoşîna me ya li dijî rastgiriya radîkal wê bidome.''