Li Elmanyayê dozên darezadina siyasetmedarên Kurd destpê kir
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê dozên 7 siyasetmedarên Kurd ku jê dihatin darezandin destpê kirin.Li Elmanyayê dozên darezandina siyasetmedarên Kurd ên li sirgûnê destpê kir.
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê dozên 7 siyasetmedarên Kurd ku jê dihatin darezandin destpê kirin.Li Elmanyayê dozên darezandina siyasetmedarên Kurd ên li sirgûnê destpê kir.
Di derbarê 7 siyasetmedarên Kurd ên di çarçoveya destûra bingehîn a Elmanya ‘rêxistinên biyanî’ û li gorî raya giştî weke madeya 129b tê zanîn hatibû destpêkirin îro destpê kirin.
Destpêkê rûniştina doza Şemsettîn B. ê 53 salî pêk hat. Di dosyaya ji aliyê dozgerê federal ê darbarê Şemsettîn B. de hatibû amadekirin rêze sûc li xwe digirt. Dadegeha ku Dr. Claûs Bellîng serokatiya wê dikir, li rûniştinê îdanamaya derbarê Şemsettîn B. hate xwendin. Doza ku 18’ê Nîsanê wê dom bike, taloqî 2’yê Gulanê hate kirin. Rûniştina ku heta 27’ê Hezîranê dom bike, her hefte roja Sêşem û Pêncşemê wê saet 09:30’î pêk were.
Rûniştina duyemîn jî ya Kurdistanî Salih K. bû. Salih Ke jî ji meşa Sibata 2017’an a li Heîlbron, Stûttgart heta Mannheîm û Strasboûrgê pêk aniye, pîrozbahiya Newrozê ya 2017’an, dîsa pîrozbahiya Newrozê ya Hanoonver a 2018’an û çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Parlementoya Ewropa ya li Strasboûrg a Nîsana 2017’an organîze kiriye tê sûcdarkirin. Doza ku îdananame hate xwendin û şûnde wê sibe dewam bike. Doza ku wê 6’ê Gulanê saet 09:30’î dom bike, heta 26’ê Hezîranê wê her Yekşem û Çarşemê pêk bê.
Rûnitşina Veysel S. ê 37 salî , Agît K. ê 25 salî welatiyê Tirkiye û Hollandayê, Evrîm A. ya 34 salî û Ozkan T. Ê 32 salî ku ji endamtiya PKK’ê tên sûcdarkirin, dîsa Cîhan A. yê 37 salî ku ji derve tê dagezandin duh saet 13:00’an pêk hatibû. Girtî di kabîneyeke cam de û parêzer li gel heyeta çavdêr û temaşevan jî di beşên cam ên ji hev cuda dike de ji hev hatibûn qûtkirin. Parêzeran ev yek nepejirandin û nerazîbûn nîşandan û diyar kir ku darezandineke wina napejirînin. Parêzer rabûn ser lingan û heyeta dadgehê protestokirin, bi nivîskî îtirazî rewşê kirin û piştî gotûbêjan rûniştin taloqî 8’ê Gulanê bû. Li bendê ye ku darezandin heta Kanûna 2019’an dom bike.
Ji sûcê endamtiya PKK’ê 1 negirtî 7 kes ji 21’ê Hezîrana 2018’an ve girtî ne.
Di dema dadgehkirinê de li pêşiya dadgehê MLPD’ê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ji ber ku PKK li Tirkiyeyê tevgere ya azadiyê ye, nabe ku yên têdikoşin bi rêya destûrê bên şopandin.”