Li Dusseldorfê çalakiya rûniştinê di roja 2’an de ye

Çalakiya runiştinê ya 6 rojî li Dusseldorfê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatî destpêkirin, di roja 2’an de didome. Di çalakiyê de semîner di derbarê konfederalîzma demokratîk û têkoşîna

Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê ji aliyê FED MED’ê ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatî destpêkirin di roja 2’an de li Cornalîûsplatz a li navenda bajêr dom kir. Kurdistaniyên li Koln û Dusseldorfê dijîn di roja de tevlî çalakiyê bûn.

 

Di çalakiya îro de Sîyasetmedar Besîme Konca di derbarê têkoşîna azadiya jinê de semîner da. Konca di axaftinên xwe de berxwedana grevên birçîbûnê ya li zindanan silav kir û da zanîn ku jiyana demokratîk, azadiya jinê û jiyana azad ji bingehê paradîgmaya Ocalan pêktê û wiha got;

“Em weke gelê Kurd ji aliyê çandî, aborî, siyasî û fizîkî ve dibin qirkirinekê de ne, bi rûxmê vê jî fikrên rêbertiya me bû gerdûnî, li zanîngehan pirtûkên Rêbertiya me weke çavkaniya alternatîfê didin xwendin. Li ser vê mijarê rolek mezin dikeve li ser Kurdên li Dîasporayê. Hîn zêdetir di nava çalakiyan de bûn û erka me ye ku em di rojevê de bihêlin.

‘DIVÊ HER MAL BIBE MODELEK’

Îro em ne tenê têkoşîn li hemberî faşîzma Tirk didin, di heman demê de îro em li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst têdikoşin. Di cîhanê de gelek gel têkoşîna şoreşê didin, di vê mijarê de divê em ji têkoşîna hev hêz bigrin. Divê em hêzê bidin têkoşînên din. Ger ev çend care Sûleyman Soylû jî dibêje ‘PKK partiya jinê ye’ diyar dibe ku me ev têkoşîna jinê kiriye û em ji cîhanê re bûne îlham. Cudahiya me jî ji şoreşên din li ser vî bingehî ye. Berî ku em vê planê derbas bikin û derbasî plana din bibin, em weke bingehê têkoşîna xwe digrin dest û birêve dibin. Em çiqasî di zanabûna vê de ne, divê mala her ji me bibe kelha modernîteya demokratîk; divê fikrên Rêbertiya me bê jiyan kirin, tecrîd wisa tê şikandin.”

Besîme Konca qala kampanya ya, “Pêngava parastina jin û azadiya jinê” ya ku tevgera jinan a Kurd dayî destpê kirin jî kir.

Konca ya ku diyar kirî pêngav tenê bi çalakiyan nabe got, “Hişmendiya ku divê em bidin vê kampanyayê, divê 24 seatan di jiyana me de be.”

‘PÊWÎSTE HER KURDEK TEMSÎLEK BE’

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç jî têkildarê konfederalîzma demokratîk got ku divê ew paradîgmaya Rêbertî di tevahî jiyana xwe de karbînin û bi têkoşîna îdeolojîk vê êrîşa îdeolojîk a li ser Rêbertî rakin. Koç wiha berdewam kir: “Axaftinek wiha ya Rêbertî heye; ‘Civak qasî te rêxistin kirî ya te ye’. Wê demê em li ser vî bingehî rêxistinbûna xwe mezin bikin û bi vê yekê bersiv bidin vê êrîşa îdeolojîk.”

‘JI HUNERMENDÊN TEV ÇANDÊ GUHDARÎ’

Îro di çalakiyê de hunermendên TEV ÇAND’ê cih girtin. Di bernameya çandî ya îro de hunermendên bi navê Denîz Deman, Hozan Şemdîn, Diyar, Alî Îkîzler û Serhed Med bi sitranên xwe reng dan çalakiyê. Dengên hunermendan ji aliyê derdor ve bi keyfxweşî hate pêşwazîkirin.

Çalakî wê bi tevlîbûna Kurdan, 24’ê Sibatê li Duisburg û Essenê, 25’ê Sibatê li Dortmund û Bonnê dewam bike. Di 26’ê Sibatê roja înê de bi tevlîbûna Kurdên li Munster û Bielefeld li ber parlementoyê werin gel hev. Di 27’ê Sibatê roja şemî de wê çalakî bi meşek ya bi navendgirtina NRW’ê bi dawî bibe.