Li Dûîsbûrgê şehîd Mehmet Şirîn Cebe hate bibîranîn

Fermandarê HPG’ê Mehmet Şîrîn Cebe (Akîf Dogan) di 7’emîn salvegera şehadetê de li bajarê Dûîsbûrg ya Elmanyayê hate bibîranîn.

Ji aliyê Saziya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) û  malbata M. Şîrîn Cebe ve li salona NCDK Dûîsbûrgê merasîma bibîranê hate lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî beşdarî bibîranê bûn.

Li salonê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan hate daliqandin, qurnefîl hate danîn û mûm pêxistin. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir piştre li ser navê NCKD Dûîsbûrg Hevserok Nûh Yildirim, li ser navê KOMAW’ê siyasetmedar Ahmet Aktaş û xwişka M. Şîrîn Cebe axivîn.

Di şexsê şehîd Cebe de ji bo mehû şehîdên Kurdistanê mewlûd hate xwendin û piştre sînevîzyona ku qala jiyan û têkoşîna Cebe dike hate nîşandan. Beşdaran dirûşmeyên “Şehîd Namirin” , “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin.

Piştre malbata M. Şirîn Cebe xwarina mewlûdê da û merasîm bi dawî bû.