Li Dûîsbûrgê salvegera Qirkirina Ermenan hate protestokirin

Qirkirina Ermenan a di sala 1915’an de di salvegera xwe de li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê bi meşekê hate protestokirin.

Li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê ji aliyê ADGB’ê ve ji bo salvegera 106’an Qirkirina Ermenan, ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li Herêmên Parastina Medyayê û ji bo bîranîna  Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dersim çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakiya ku ji ber Dûîsbûrg-Forûm destpêkirî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di çalakiyê de axaftvanan cangoriyên Qirkirina Ermenan bi rêzdarî bi bîr anîn.

Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê jî hate protestokirin.

Di çalakiya li ser hev dirûşmeyên  “Şehîd namirin”, “Ji qetlîam û qirkirinan re na” û “Hêzên dagirker ji Kurdistanê derbikeve” berz kirin û wêneyên şehîd Sînan Dêrsim hate hildan.

Di çalakiyê de banga tevlîbûna çalakiya bîranîna Şehîd Sînan Dêrsim a ku roja Yekşemê li DKTM Dûîsbûrgê hate kirin.