Li Dotmûndê AKP hate protestokirin

Desteserkirina şaredariyên HDP’ê li bajarê Dotmûnd ê Elmanyayê bi danîna standeke ya agahdarkirinê hate protestokirin.

Protestokirina dagirkirina şaredariyên Amed,Wan û Mêrdînê ya ji aliyê Kurdistaniyan ve dewam dike. Kurdistaniyên li pêşiya HBF a Dortmûnd a Elmanyayê hatin ba hev, têkildarî desteserkirina şaredariyan standa agahdarkirinê danîn.