Li Dortmûndê qirkirina xwezayê hate protestokirin

Kurdên li Dortmûndê dijîn li hemberî qirkirina xwezaya Kurdistanê daketin qadan.

Li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê bi pêşengiya NCDK’ê qirkirina xwezayê ya ku rejîma faşîst a AKP û MHP’ê li Kurdistanê pêk tîne, hate protestokirin.

Li ser navê NCDK’ê hate diyarkirin ku konsepta şerê taybet li Kurdistanê hemû qadên gelê Kurd dagirker û bal hate kişandin ser vî tiştî ku niha jî xwezaya Kurdistanê dibe hedefa êrişan.

Nûnerên Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), Tevgera Ciwanên Şoreşger jî tevlî çalakiyê bûn. Çalakî bi qasî saetekê domiya û piştre bi sloganan bi dawî bû.