Li dijî tecrîdê li Parîsê mîtîngek hate kirin

Ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Fransa Parîsê mîtîngek hate lidarxistin.

Li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) mîtînga saet 15:00’an li Qada Reqûblîqeyê hate kirin û pankarta ‘Ji Ocalan re azadî’ û ‘Em hemû Leyla ne’ hate vekirin.

Nûnera Tevgera Jinên Kurd ên Fransa (TJK-F) Bêrîvan Firat di mîtîngê de axivî û got: “Divê di serî de Konseya Ewropa û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkneceyê (CPT) li hember çalakiyên grevên birçîbûnê ya di serî de bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven k u150 roj in di grevê de û her diçe li her derê cîhanê belav dibe bi erka xwe rabin.”

Hevseroka Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê Necmettîn Demîrkapi jî axivî û got: “Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertiya xwe, bibin layîqî çalakiyên hevrêyên xwe yên canbexşan e, ji bo hê zêdetir destekê bidin çalakiyên grevên birçîbûnê divê li her kêlî û her derê çalakiyên hê xurtir lidar bixin.

Mîtîng bi dirûşmên ‘Dîktator Erdogan’, ‘ Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ bi daw bû.