Li dijî tecrîdê li Lavrîoyê greva birçîbûnê dest pê kir

Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê dest pê kir.

Li kampa ku penaberên Kurd lê ne ya li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê dest pê kir.

Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jin ên Kurdistanê ya Ewropayê û Navenda Çanda Kurdistanê bi komên ji 8 kesan ji bo 5 rojan bi dorvegerî pêk tê. Koma destpêkê vê sibehê bi daxuyaniyekê dest bi çalakiyê kir.

'LI ÎMRALIYÊ SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ TÊ KIRIN'

Di daxuyaniya têkildarî destpêkirina greva birçîbûnê de işaret bi tecrîda li Îmraliyê hate kirin û hate destnîşankirin ku ev yek sûcekî li dijî mirovahiyê ye.

Di daxuyaniyê de banga berpirsyariyê li civaka navneteweyî hate kirin û hate gotin, "Ev berxwedana gelê Kurd wê dewam bike. Hîn greva birçîbûnê nehatiye rewşa metirsîdar, lewma divê bersiv ji daxwazên girtiyan re bê dayin."

Li kampê ji 13'ê Kanûnê ve ji bo xwedîderketina li çalakiya greva birçîbûnê her Şemiyê êvarê saet 20:00 û roja Sêşemê saet di 13:00 de çalakiya dengderxistinê tê lidarxistin.