'Li dijî dewleta Tirk a piştevanê DAÎŞ'ê divê helwest bê nîşandan'

Gelek rêxistin, partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku hinek hêz dixwazin dîsa DAÎŞ’ê xurt bikin û bang li civaka navneteweyî kirin ku bila li hemberî êrişên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk bêdeng nemînin.

Gelek rêxistin, partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê li ser êrişên DAÎŞ û dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniya hevpar de ev tişt hate diyarkirin:

“Weke tê zanîn rêxistina terorîst DAÎŞ, bi têkoşîna qehremanî ya di pêşengtiya QSD’ê de û bi piştgriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî hat şikandin û di Newroza 2019’an de li Baxozê hatin têkbirin. Lê em dibînin dîsa hatine perwerdekirin û dest bi êrîşan dikin. Bi taybetî jî li qada ku darbeya mirinê xwariye êrîşên xwe yên herî xedar didin meşandin.

Di 20’ê Çileya 2022’an de êrişeke mezin a berfireh û plankirî birin ser Girtîgeha Sînaa ya li Xiwêrana Hesekê. Li girtîgeha Sînaa 5 hezar çete hebûn, ji van 850 zarok bûn. QSD û hêzên koalîsyonê bi hev re, ji bo pêşiyê li vê êrîşa xwînxar bigrin ketin nava têkoşînek mezin û giran. Şer 5 rojan dewam kir. Li dor 200 çeteyên DAÎŞ’î hatine kuştin û zêdetirî 550 kesên wan jî teslîmî  QSD’ê bûne. Di encamê de ev êrîşa terorist a hovane hat şikandin, lê berdêlên wê jî giran bûn; 17 endamên QSD’ê şehîd ketin û gelek birîndar bûn. Ji destpêkê ve heta nuha, aşkere ye ku destê dewleta Tirk a dagirker û qirker di avakirin û kiryarên vê rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê de heye. Ji ber ku di destpêkê de jî nav cuda bû, kirin cuda bû. Li gorî nav diviya armanc Iraq û Şam bûya, lê êriş ji serî heta dawî, armanca sereke di kesayeta Şoreşa Rojava de, bû navendên îrade û pîroziyên hemû pêkhateyên Kurdistanê. Erê piştî ku xurt bû, êdî bi heman zihniyetê, belê bi navên cuda li gelek dewletên din jî dest bi êrîşên terorîstî kirin û hîn jî dom dikin. Çima em dibêjin serkêş û plangerê sereke dewleta Tirk a AKP’ê ye? Ji ber ku nuha jî yên ku hatine girtin û yên teslîm bûne agahiyên zelal dane QSD’ê. Çawa û çend kes, li Serêkaniyê ji aliyê MÎT’a Tirkan ve, bi çi armancê û bi planek çawa hatine perwerdekirin, dane diyar kirin.

Her wiha di heman demê de li Hesekê, Til Temir, Eyn Îsa, Zirgan û  belê li Başûr jî; li Şingalê, Mexmûrê plansaziya êrişên paralel hatibû kirin û li hinek deveran jî hate pêkanîn. Wekî nimûne li Şengalê 2 şervanên YBŞ’ê şehîd ketin. 

Divê were zanîn, erê alîkariya gelên cîhanê û hêzên demokrat jî hebû, lê yên li pêş û bi bêrdêlên giran pêşî li êrîşên DAÎŞ’ê girt û li Baxozê darbeya hilweşandinê lê dan gele Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Tirkmen û Çeçan bûn. Di vî şerê berfireh û demdirêj de 8500 Kurd, ji 2.000’î zêdetir Ereb û bi sedan Suryanî û pêkhateyên din û bi sedan enternasyonalîstên ji çar aliyên cîhanê şehîd ketine. Herî kêm du katan zêdetirî vê hejmarê jî birîndar û gazî hene. 

Weke tê dîtin, li himberî vê rêxistina terorîst a cîhanî, ji bo parastina nirxen mirovahiyê û jiyana azad û wekhev, gelên Kurdistanê û dostên xwe gelek ked, xwêdan û xwîn dane. Her wiha weke diyar dibe, ev xetere her nuha jî heye û ne bi tenê ji bo gelên Kurdistanê, belê ji bo hemû gelên cîhanê jî di rojevê de ye.

Em rêxistin, partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê bang li hemû dewletên têkildarî vê meseleyê dikin û dibêjin, divê vê hevkarî û serkêşiya dewleta Tirk ya li gel DAÎŞ’ê bibînin û li gorî ku tê xwestin helwesta xwe nîşan bidin.  

Her wiha, êdî li Kurdistanê ne bi tenê çekên konvansiyonel, çekên kîmyewî û gaza jehrî jî tê bikaranîn, ne bi tenê mirov êdî hemû jîngeh û xwezaya welatê me jî tê wêrankirin, lewma banga me di serî de ji NY re, ji raya gişti cîhanê re, ji sazî û dezgehên hûmanîter, ekolojîst ên sivîl re jî heye; divê li dijî vê rêxistina terorîst a cîhanî DAÎŞ’ê, bêdeng û lawaz nemînin, hîn çalaktir bin, ji ber ku ev xetere bi giştî li ser mirovahiya cîhanê ye.

Em bang li gelê xwe yê li diyasporayê dikin, mîtîng û çalakiyên xwe yên ji bo yekîtiya neteweyî û yên dijberî DAÎŞ’a xwînxwar û hevkarên wê dewleta Tirk bi hêztir bikin û karên xwe yên dîplomasiyê berfirehtir bikin. 

PARTÎ Û SAZÎ Û RÊXISTINÊN KU ÎMZE DANE DAXUYANIYÊ

YNK (Yekîtiya Niştimanî Kurdistan)
Tevgera GORAN
KCDK-E (Kongreya Civakên  Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê)  
TJK-E (Tevgera Jinên Kurdistanê-Ewropa)
Partiya ŞÛÎ Kurdistan  Basur
Kongra Star (Rêxistina Jin Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê) 
Partiya Zahmetkêşan - Başûr
PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan)
Tevgera Azadî
PYD (Partiya Yekîtiya Demokrat)
P.D.K.S  (Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyeyê )
Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê
Tevgera Nûjen ya Kurdistanî-Sûriye
PÇDKS ( Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê)
Partiya Demokrata Kurd li Sûriye( El Partî)
Partiya Çep a Demokrat li  Sûriye
Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûriye
Partiya Çaksaziya Kurd li Sûriye
Partiya Kesk a Kurdistanî li Sûriye
Partiya Demokrata Kurdistanî li Sûriya
Partiya Komanist a Kurdistanî li Sûriye
PÎK (Partiya Îslamiya Kurdistan)
KKP ( Partiya Komunîst a Kurdistan)
Tevgera Kawa
PJAK(Partiya Jiyana Azad a Kurdistan)
Yakyatî Şoreşgerî Kurdistan
KODAR  (Civaka Demokratîk û Azad a Rojhelatê Kurdistan)
KJAR (Civaka Jinên Rojhelatî Kurdistan)
Platforma Horam
Plattform Zagros
Plattform Yarsan
Yarî Kurd
Partiya Demokratî Pêşverû Kurdî ya li Sûriye
Tevçand (Tevgera Çand û Hunera Kurd)
Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V
FEDA ( Federesyona Elewîyên Kurdistan)
NAV YEK (Navenda Mal û Komelê Êzidiyan)
Kurdische Zentrum Berlin
CÎK ( Civaka Îslamî ya Kurdistan)
Enstîtuya Kurdî – Elmanya
Enstîtuya Kurdî – Bruksel
MŞD ( Meclîsa Şingalê ya Derveyî Welat)
YMK ( Yekîtîya Mamostayên Kurdistan)
YES (Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê)
Kurdisch Gemeinde Brandenburg - Berlîn  
Dachverband der Êzidischen Frauenräte
DKF (Deutsch-kurdisches Forum) e.V  Dresden
Kongreya Gel a MEzopotamyayê
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê
Kurdistan Human Rights Association
Civaka Kurd ji bo Neteweyên Yekbûyî”