Li dijî bêdengiyê çalakiyên bêdeng belav dibin

Çalakiyên protestoyê yên li dijî bêdengiya beramberî grevên birçîbûnê didomîn. Li bajarên Stockholm, Londra, Nurnberg û Montpellîlerê Kurdsitanî li qadan bûn.

Li paytexta Swêd Stockholmê Kurdistaniyan bêdengiya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyekê protesto kirin.

Çalakî li cadeya Drottnîngsgatanê hate lidarxistin. Çalakgeran tîşortên nivîsa “Piştevaniya bi grevên birçîbûnê” li ser li xwe kirin û wêneyên çalakgerên greva birçîbûnê hildan.

Çalakgeran ji bo biryardariya çalakgerên greva birçîbûnê demekê nîşaya serketinê nîşan dan û bi yek rêzê meşiyan. Çalakgeran dem dem li cade û qadên Swêdê rawestiyan û çalakî kirin.

LONDRA

Li paytexta Îngîltere Londrayê jî bi armanca balkişandina li ser grevên birçîbûnê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de di navbera polîs û komeke faşîst de rageşiyekî demkî çêbû.

Kurdistanî û dostên wan li paytexta Îngîltere Londrayê ji bo grevên birçîbûnê meşek lidarxist. Alî Poyraz, Nahîde Zengîn û Mehmet Saît Yilmaz ku ji 14 Adarê ve di greva birçîbûnê de ne beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakgeran li qada Trafalgar çalakiya rûniştinê lidarxist. Tevî israra polîsan girseyê nîv saetê rê ji trafîkê re girtin. Girse piştre ber bi Qada Leîcesterê ve meşiayn.

Çalakiya girseyê li metroyê jî dom kir û çalakî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya li bakurê Londrayê bidawî bû.

NURNBERG                    

Li bajarê Elmanya Nurnbergê tecrîda li ser Ocalan û bêdengiya li dijî grevên birçîbûnê hate şermezar kirin.

Çalakiya rûniştinê li qada Weîssen Turm bibeşdarbûna gelek Kurdistaniyan hate lidarxistin. Di çalakiyê de tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protesto kirin, peyamên ji bo piştevaniya bi grevên birçîbûnê re hate dayîn û banga geşkriian têkoşînê li gelê Kurd hate kirin.

MONTPELLÎER

Li bajarê Fransa Montpellîerê bi armanca protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya li dijî grevên birçîbûnê çalakiya protestoyê hate lidarxistin.

Li Qada Comédie li dijî bêdengiyê çalakiya bêdeng hate lidarixstin. Kurdistnaiyan bi banda reş devê xwe girtin û belavokên têkildarî berxwedana grevên birçîbûnê belav kirin.

Êlek Zeran jî piştgirî da çalakiyê. Êlek Zeran bi dirûşmeyên “Ocalan li gel me ye”, “Ji Ocalan re azadî”, “Em ê piştevaniya gelê Kurd bikin” , “Berxwedan jiyan e” û “Bijî berxwedan” piştevaniya çalakiyê kirin.