Li dêreke Awûstralyayê 'Roja Kobanê ya Cîhanê' hate pîrozkirin
Bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê bi pêşengiya keşîş Bill Crews li dêra "Uniting Church of Australia" ya li bajarê Sydney ê Awûstralyayê çalakiyek watedar hate lidarxistin.
Bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê bi pêşengiya keşîş Bill Crews li dêra "Uniting Church of Australia" ya li bajarê Sydney ê Awûstralyayê çalakiyek watedar hate lidarxistin.
Di çalakiyê de keşîş Bill Crews axivî û hurmeta xwe ya ji bo têkoşîna mafdar a gelê Kurd a azadiyê anî ziman.
Crews destnîşan kir ku têkçûna DAÎŞ'ê ya piştî serketina Kobanê û sîstema hevserokatiyê nîşanî hemû cîhanê da ku xweseriya demokratîk a li Rojava dikare çand, bawerî û gelên cuda di jiyaneke wekehev de kom bike.
Keşîş Bill Crews diyar kir ku dema li Ewropayê di projeyên alîkariyên mirovî de dixebitî, gelek penaberên Kurd ên ji destê DAÎŞ'ê reviyan nas kir û got, ew spasî û duayên xwe yên ji bo gelê Kurd û berxwedana wan tîne ziman.
Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Sydneyê Baran Sogût axivî û diyar kir ku Rojava bi xwîna bi hezaran ciwanên Kurd hatiye afirandin û di heman demê de mala Asûrî, Êzidî û gelek pêkhateyan e.
Sogût destnîşan kir ku Rojava parçeyek ji federaliya demokratîk e ku civakên cuda dikarin dengê xwe bidin bihîstin û bibin xwedî gotin.
Şogût da zanîn ku jin di heman demê de stûnên bingehîn ên pergala demokratîk in, di qadên siyasî, îdarî, leşkerî û civakî de pêşengiyê dikin û got, dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên li ser herêmê û kuştina sivîlan sûcên li dijî mirovahiyê dike.
Çalakî bi konsera muzîkê ya Hozan Xanemîr bi dawî bû.