Li Darmstadtê şehîdên Dersimê hatin bibîranîn

Yaşar Botan (Osman Manak), Arjîn Sarya (Şehrîban Tekmenuray) û Şevger Semsûr (Zeynal Kuçuk) ku li Dersimê şehîd bibûn, li Darmstadtê hatin bibîranîn.

Yaşar Botan (Osman Manak), Arjîn Sarya (Şehrîban Tekmenuray) û Şevger Semsûr (Zeynal Kuçuk) ku di êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Dersimê de şehîd bibûn, li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê hatin bibîranîn.

Bîranîna ku bi beşdariya sedan kesan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di bîranînê de keçxala Şehîd Arjîn Sarya, Zeynep Tekmenuray axaftinek kir. Tekmenuray diyar kir ku bi şehîd Arjîn re weke xûşk mezin bûne û wiha got: “Em bi şehîdên xwe re hene. Yekane daxwaza me ew e ku meşaleya Arjîn, Yaşar û Şevgeran venemire. Em van divê bi vî rengî bi bîr bînin.”

Zeynep Tekmenuray spasiya beşdaran kir û got: “Piştî ku ew ji malê derketin ne tenê zarokên malbatê, bûn zarokên Kurdistanê. Ez dizanim ku canê hemû kesên li salonê bi qasî min diêşe.”

Di axaftina li ser navê TJK-E’yê de hate gotin ku pêvajo giran e, ji ber vê yekê şehadet çêdibin û wê îdealên şehîdan wê pêk bên.

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser têkoşîna her sê şehîdan hate nîşandan. Çalakiya bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.