Li Darmstadt û Bordeaûxê bibîranîna Şehîdên Parîsê

Şehîdên Parîsê li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê û bajarê Bordeaûx ê Fransayê hatin bibîranîn.

Şehîdên Parîsê li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê û bajarê Bordeaûx ê Fransayê hatin bibîranîn.

DARMSTADT

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ku 9’ê Çileya 2013’an û Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ku 23’yê Çileya 2022’yan li Parîsê hatin qetilkirin û gerîlaya YJA Starê Goksu Avesta ku 4’ê Tîrmeha 2022’yan şehîd bû û fermandarên MLKP’yî Ahmet Şoreş û Firat Newal ku li Rojava şehîd bûn, li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê hatin bibîranîn.

YJK-E Hesen û Meclisa Civaka Kurd a Demokratîk bernameya bibîranînê organîze kir. Malbatên şehîdan, nûnerên KOMAW’ê, MLKP, Eniya Gel û nûnerên saziyan û bi sedan Kurdistanî li bibîranînê bûn.

Bername bi rêzgirtina li ber sirûda Ey Reqîb dest pê kir û bi axavtina malbata Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil û Goksû Avestayê dewam kir.

CAHÎDE GOYÎ: EM Ê XEYALÊN WAN PÊK BÎNIN

Cahîde Goyî ku li ser navê Tevgera Jinên Kurd û Saziya Malbatên Şehîdan axivî, îşaret bi giringiya rolê Sakîne Cansiz û Evîn Goyî di partîbûn û artêşbûnê de kir. Goyî anî ziman ku ew ji zarokatiya xwe ve Şehîd Evîn nas dike û wiha got: “Evîn yeke nefspiçûk bû. Bi Têkoşîna Azadiyê û Rêber Apo ve girêdayî bû. Em her çiqas bi jidestdayîna hevalên xwe biêşin jî erka me ye ku em xeyalên wan pêk bînin.“

PEYAMA TÊKOŞÎNA MIL BI MIL

Di bibîranînê de li ser navê MLKP’ê axaftinek hat kirin. Di daxuyaniya hat dayîn de car din sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re hat xwestin û hat destnîşankirin ku ne tesaduf e ku her du komkujî li Parîsê pêk hatine. Hat diyarkirin ku ji bo ronîkirina her du komkujiyan, divê dest ji têkoşînê neyê berdan. Her wiha hat ragihandin ku Tirkiye dikeve pêvajoyek a hilbijartinê û ji bo têkbirina rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst, têkoşîna mil bi mil bivênevê ye û wiha hat gotin: “Êdî dem dema hilweşandina faşîzmê, şikandina tecrîdê ye.”

Di bibîranînê de Îsmaîl Kara ku birayê Evîn Goyî ye, ji Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ya li Başûrê Kurdistanê, bi telefonê axivî.

‘EM LI RÊBERTIYÊ BIBIN XWEDÎ’

Kara di şexsê Evîn Goyî de, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha got: “Em malbata Evînê, kesên mîna Evînê dilê wan bi azadiyê ve ye, silav dikin. Şehîd Evîn hemû jiyana xwe, fedayê vê rêyê kir. Herî dawî li dijî DAÎŞ’ê ya ku bûye bela li serê cîhanê, şer kir û birîndar bû. Li Ewropayê ku qaşo nûneriya edaletê dike û dibêje ‘Em mirovahiyê diparêzin, em dewletên demokrasî û hiqûqê ne’, bi du hevalên xwe re hat qetilkirin. Ev komkujî karê MÎT a terorîst e. Hevkarê wê jî Fransa ye; divê ronî bikin. Eger ronî nekin, ev durûtiyek e li dij gelê Fransayê ye jî. Teqez dîrok wê hesabê vê komkujiyê bixwaze. Em ê li hemberî bûyerên bi vî rengî, gav bi paş de neavêjin, em ê armancên şehîdan pêk bînin. Komploya 15’ê Sibatê nêz dibe. Eger em heta niha ji Rêbertiya xwe agahî nagirin, ev tê wateyê ku em kêm dimînin, em baş naxebitin. Em li Rêbertiyê bibin xwedî.“

Di bibîranînê de banga tevlêbûna meşa mezin hat kirin ku wê 11’ê Sibatê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo protestokirina Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin, bê lidarxistin.

Bibîranîn, piştî temaşekirina li sînevîzyonê, bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

BORDEAÛX

Şehîdên Parîsê li bajarê Bordeaûxê jî hatin bibîranîn. Bîranîn di saet 16.00’an de li NCKD’ê ya Bordaûxê hat kirin û li du sînevîzyonên cuda hat temaşkirin.

Di bibîranînê de gelek malbatên şehîdan axivîn û soz dan ku ew ê li mîrateya şehîdan bibin xwedî.