Li Danîmarka û Elmanyayê şahiya Newrozê - HATE NÛKIRIN - I

Li Freîbûrg û Dortmûndê ku bajarên Elmanyayê ne, li Kopenhag, Orebro û Holstebro ku bajarên Danîmarkayê ne, Newroz hat pîrozkirin.

Li Freîbûrg û Dortmûndê ku bajarên Elmanyayê ne, li Kopenhag, Orebro û Holstebro ku bajarên Danîmarkayê ne, Newroz hat pîrozkirin. 

FREIBÛRG

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, bi hezaran Kurd û heval û hogirên xwe, Newroz pîroz kir.

Gelê ku li qada der alten Synagog hat ba hev, li pey pankartê li ser “Newroz pîroz be“ nivîsandî û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ber bi navenda bajêr ve meşiya.

Girse ku hat qada Newrozê, dirûşmeyên “Bijî Newroz“ û “Bijî Serok Apo“ berz kirin û dest bi pîrozkirina Newrozê kir.

Piştî rêzgirtina ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê, Salih Torî ku Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) e, axavtinek kir.

Torî, behsa wateya Newrozê kir û got: “Ji Kawayê Hesinkar ku li ber zaliman li ber xwe daye ta bi berxwedana Mazlûm Dogan ku Kawayê Hesinkar ê hevdem e, em hatine ta bi niha.“

Salih Torî, kesên di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr anîn û anî ziman ku rûyê qirêj rejîma faşîst a AKP-MHP’ê yê berpêyî Kurd û Elewiyan, careke din di erdhejê de derketiye holê û banga geşkirina piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re li her kesî kir.

Piştî axavtinê, li ber agirê Newrozê ku ji aliyê malbatên şehîdan ve hat dadan, govend hat girtin.

DORTMÛND

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê agirê Newrozê hat dadan. Ji gundê Cinestar ku berê Newroz lê hat pîrozkirin ta bi DKTM’ê meş hat kirin. Malbatên şehîdan, agirê Newrozê li nava baxçeyê DKTM’ê dada. Li ser Newrozê axavtin hat kirin.

Bi pişt re dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“, “Bijî Newroz“ û “Jin jiyan azadî“ hatin berzkirin û li ber muzîkê govend hat girtin.

ODENSE / KOPENHAG / HOLSTEBRO

Kurdên li Danîmarkayê, li sê bajarên welêt Newroz pîroz kir. Li Odense, Kopenhag û Holsteboyê ku bajarên Danîmarkayê ne, bi tevlêbûna hunermendên Kurd Peywan Arjîn, Xanemîr, Hozan Axîn, Dewran Ronî û Heval Îsmaîl, Lavîn Kobanî, Kiyan Keremî, Masûm Dêrikî û Şair Kurdo Mercî, Newroz hat pîrozkirin.

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Soren Sonegard, anî ziman ku zext û mêtingeriya berpêyî Kurdan dermirovî ye, mafê Kurdan jî heye ku mîna gelên din çarenûsa xwe diyar bikin û bi azadî li welatê xwe bijîn.

Heval Jan ku li ser navê Platforma Piştevaniya bi Kurdan re axivî, diyar kir ku ew berê li Rojava maye, ji pergala civak û jinên azad ku berhema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, pir bi bandor bûye.

Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç jî wiha axivî: “Mazlûm Dogan ku kadroyekê pêşeng ê PKK’ê ye, sê darikên neftikê vêxistin û bû sembola berxwedanê ya Kurdan. Çirûskên agirê ku Mazlûm Dogan bi bedena xwe vêxist, li her aliyê Kurdistanê belav dibe û tovê jiyana azad direşîne.“

Koç got ku em, jiyana bêyî rûmet qebûl nakin, çongên xwe li ber mêtingeran danaynin. Koç di dawiya axavtina xwe de silav li berxwedana Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîla kir.

AACHEN

Li bajarê Aachen ê Elmanyayê bi sedan kes ji bo meşa Newrozê li hev civiyan. Kurdistanî û dostên wan ên ku ji Ponttor heta Elisenbrûnnen meşiyan, şehîdên berxwedanê, afirînerên Newrozê û yên di erdhejên navenda Mereşê de jiyana xwe ji dest dane, bi agirê ku li vir pêxistibûn bi bîr anîn.

DEN HAAG

Kurdistaniyên li Den Haagê ne, şev nîvê şevê agir vêxistin û Newroz pîroz kir. Bi sedan kesan rahiştin çirayên vêxistî û li dora agir reqisîn û li ber muzîkê govend girt.

SAARBRUCKEN

Newroza li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, pir bi coş bû, bi sedan Kurd û dostên xwe tev lê bûn. Girseyê, li Landwehrplatzê bi çirayan kortej çêkir, di navenda bajêr re buhurî û gihîşt Burgerparkê. Gava meşê, bêyî sekin dirûşme hatin berzkirin û tilîlî hatin kirin.

Pîrozbhahî li Burgerparkê bû. Saziyên Elman Aktîon 3. Welt Saar e.V, Saarlandîschen Fluchtlînsrates e.V, pankartê mezin ê li ser “Mafên yasayî ji bo Kurdan – Bila qedexe ji ser PKK’ê ji ser bê rakirin“ nivîsandî, hilda. Pîrozbahî, bi vêxistina agirê Newrozê dewam kir, dirûşme hatin berzkirin û li ber muzîkê govend hat girtin.