Li Cenevreyê di çalakiya rûniştinê de ji bo meşa 24’ê Tîrmehê bang hate kirin

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî pêk were Kurdistaniyan li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê çalakiya rûniştinê dabûn despêkirin. Çalakî didome.

Çalakiya rûniştinê ji 25’ê Çileyê û vir ve her roja Çarşemê li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî li dora kon tê kirin.

Li vê derê standa agahdarkirinê tê vekirin.  Di standê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ku li Fransî hatine wergerandin li Swîsreyiyan tê belavkirin.

Çalakiya rûniştinê ya vê hefteyê bi rêzgirtina ji bo bîranîna berxwedêrên zindana Amedê ya 14’ê Tîrmehê, şehîdên Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê û ji bo bîranîna 33 cangoriyên qetlîama Sirûcê yên di 20’ê Tîrmehê de hatibûn kuşti, hate destpêkirin.

Di çalakiyê de li ser navê Dîwana Hevserokatiya NCDK’ê Salîh Saglam axivî û got: “Divê Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî  peywira xwe bi cih bînin. Divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne jî were bicihanîn.”

Piştî axaftinan ji bo meşa protestoyî ya ji bo şermezarkirina Peymana Lozanê ya ku Kurdistan parçe kiribû, bang hate kirin.