Li Brûkselê ji bo çalakgerên greva birçîbûnê çalakî hate lidarxis

Platforma Hevgirtina bi Leyla Guven re ji bo balkişandina tecrîda li ser Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê li Brûkselê ya ku paytexta Belçîkayê ye, çalakiyek li dar xistin.

Platforma Hevgirtina bi Leyla Guven re li Qada Luksembûrgê çalakî li dar xistin. Kurd û dostên wan tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de wêneyên çalakgerên greva birçîbûnê hatin hildan û sloganên ‘Erdoganê qatil’ û ‘Azadî ji Ocalan re’ hatin berzkirin.

Di çalakiyê de banga hevgirtina bi çalakgerên greva birçîbûnê hate kirin. Çalakgeran xwestin bila Parlementoya Ewropayê li ser Tirkiyeyê zextan bike.

Çalakî bi slogana ‘Erdoganê faşîst’ bi dawî bû.