Li Bruksel û Den Haagê şehîd hatin bibîranîn

Li paytexta Belçîka Brukselê û bajarê Den Haag a Holandayê Endamê Komîteya Navendî ya PKK Kasim Engîn ku di êrîşa hewayî ya 27’ê Gulanê ya dewleta Tirk a dagirker pêkanîbû de şehîd bûbû û şehîdên din hatin bibîranîn.

BRUKSEL

Li paytexta Belçîka Brukselê Endamê Komîteya Navendî ya PKK Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlikul) ku di êrîşa hewayî ya 27’ê Gulanê ya dewleta Tirk de şehîd bûbû, gerîlayê HPG’ê Gulistan Hesen û şervanê YPG’ê Îdrîs Mehlî hatin bibîranîn.

Merasîma ku KOMAW’ê organîze kiribû bi deqeyekî rêzgirtin ji bo giyana şehîdan dest pê kir.

Ji Komîteya Malbatên Şehîdan Sultan Ograş di merasîmê de axifî û got: “Di şexsê heval Kasim Engîn de em hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Bi zanebûna hemû berpirsiyartiya heyî, divê her kes berpirsiyartiyên xwe yên di têkoşîna Kurdistana azad bi cih bîne û xwedî li Rêber Apo derbikeve.”

Siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş jî axivî û pêşketinên siyasî nirxand. Aktaş wiha axivî: “Heval Kasim ji bo me êş û wendahiyeke dîrokî bû. Şehîd Kasim Apoyî û fîlozofek bu ku xwe di xeta Rêbertî de fedayê şoreşê kiribû. Derketina hevalekî weke wî zehmet e. Eger em dixwazin pergala dewletê birûxînin em neçar in ku hemû ciwanan di rêya şehîd Kasim Engîn de bimeşînin.”

Merasîm bi temaşekirina sînevîzyonê dom kir. Piştre her yek ji malbatên şehîdan axaftinek pêşkêş kir. Sultan Ograş helbestek xwend. Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bidawî bû.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag a Hollandayê li NCDK’ê Kasim Engîn û endama Konseya Leşkerî ya YJA-STAR’ê Zîn Avesta hatin bibîranîn.

Merasîm bi deqeyek ya rêzgirtina ji bo giyana şehdîan dest pê kir. Endamê Komîteya Rêveber a KNK’ê Zubeyîr Aydar jî tevlî merasîmê bû û axivî.

Aydar diyar kir ku Kasim Engîn ne tenê milîtan û şervanê gelê Kurd bû û got: “Di heman demê fîlozof, dîrok û rastiya gelê Kurd bû. Em avakirina civakekî hêjayî bîranîna Kasiman û Zînan be ji xwe re weke deynekî mezin dibînin. Emê bi bîranîna wan Kurdistanê azad bikin.”

Piştre bi nîşandana sînevîzyon merasîm bi berzikirna dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.