Li Bruksel û Berlînê êrîşên dagirker hatin protestokirin

Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye û li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye êrîşên dewleta Tirk a dagirker hate protesto kirin.

Çalakiya li Brukselê bi pêşengiya NAV-BEL’ê li pêşiya Konsolosxaneya DYE’yê hate kirin.

Di çalakiyê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên YPG û YPJ’ê hate vekirin.

BERLÎN

Li Berlînê jî êrîşên dagirker ên li ser Rojava û Şengalê hatê protesto kirin.

Çalakî li pêşiya Sefaretaxaneya DYE’yê hate lidarxistin û hevdîtina di navbera Erdogan û Trûmp hate protestokirin.

Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û kon hate vegirtin.

Çalakî bi sloganên ‘Bijî berxwedana Rojava’ û ‘Bijî berxwedana Şengalê’, ‘Erdoganê terorîst’ bi dawî bû.