Li Brîtanyayê wê agirê Newrozê gur bibe

Li Brîtanyayê Newroz wê îsal bi dirûşma "Piştevanî jîn e, têkoşîn azadî ye" li London, Lîverpool, Edînbûrgh û Exeterê bê pîrozkirin.

Li Brîtanyayê Newroz wê îsal li 4 bajaran bi rengekî navendî û li gelek deveran jî bi rengekî girseyî bê pîrozkirin.

Di çarçoveya çalakiyên Newrozê de wê li gelek bajaran bi beşdariya siyasetmedar, akademîsyen, sendîkavan û nivîskaran resepsiyonên Newrozê bên dayin.

Hatineya ji Newrozê jî wê ji bo pêçandina birînên erdhejên li Kurdistanê ji mexdûrên erdhejê re bêne şandin.

Newroz wê îsal bi dirûşma "Piştevanî jîn e, têkoşîn azadî ye" bi naveroka raperîn û piştevaniyê bê pîrozkirin.

Li Brîtanyayê çalakiya girseyî ya Newrozê wê 12'ê Adarê li bajarê Exeter ê herêma Devonê pêk were. Ji bo çalakiya li Gandy Streetê hunermend Memozan wê amade be.

Pîrozbahiya Newrozê ya li Londonê jî wê 19'ê Adarê li Parka Fînsbûry pêk were. Hunermend Diyar, Nûarîn, Nasker, Rezazî, Koma Sersî û Koma Zelal hunera xwe pêşkêş bikin. Her wiha siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr jî wê tevlî bibe. Amadekariya ji bo vê pîrozbahiyê temam bûye. Li gelek deverên bajêr afîşên Newrozê yên ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re hatin daliqandin.

Piştre jî di 21'ê Adarê de Newroz wê li Lîverpool Eventîm Roadê were pîrozkirin. Amadekariyên li vê derê jî li ber temambûnê ye. Hatineya ji pîrozbahiya Newrozê wê ji herêmên erdhejê yên li Kurdistanê, Tirkiye û Rojava re bê şartin. Di vê pîrozbahiyê de ku wê saet 17:00 destpê bike, hunermend Nasser Rezazî, Hozan Diyar, Sûna Alan û Barham Shamamî hunera xwe nîşan bidin.

Fînala pîrozbahiyên Newrozê yên li Brîtanyayê jî wê li bajarê Edînbûrg ê Skoçyayê were lidarxistin. Newroz wê li herêma Newîngton a Edînbûrgê were pîrozkirin û Koma Erbanê, hunermend Azad Bedran û Engîn Saglam wê hunera xwe nîşan bidin.

Li Brîtanyayê her wiha bi organîzasyona Meclîsa Gelê Kurd û Kurdîsh Progress li Parlamentê û avahiyên şaredariyan resepsiyon bêne dayin. Li bajarê Edînbûrgh û Bîrmînghamê wê resepsiyon pêk were. 21'ê Adarê li avahiya parlamentê bi malovaniya parlamenter Steve Reed û Bob Seely wê resepsiyona Newrozê hebe. Resepsiyona herî dawî jî wê 28'ê Adarê li herêma Galê bi malovaniya Mark Drakeford li paytxt Cardîffê pêk were.

Ji bilî vê yekê li Brîghton, Hûll û Manchesterê jî wê Newroz di asta lokal de bê pîrozkirin.

Li bajarên ku amadekariyên Newrozê lê qediyane belavokên ji bo banga tevlîbûna li Newrozê têne belavkirin û afîş têne daliqandin.