Li Bordeaûxê mitînga ‘Kurdistanê biparêze‘ hat lidarxistin

Li bajarê Bordeaûxê li hemberî êrîşên dewleta Tirk û bikaranîn çekên kîmyewî mitînga ‘Kurdistanê biparêze‘ hat lidarxistin.

Li bajarê Bordeaûxê  yê Fransayê li hemberî êrîşên dewleta Tirk û bikaranîn çekên kîmyewî mitînga ‘Kurdistanê biparêze‘ hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan li qada qada Sterlîngradê hatin ba hev. Di mitîngê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, KCK û HPG’ê hildan. Di mitîngê de dirûşmeyên “Ji dagirkeriyê bêdeng nemîne, Kurdistanê biparêze” hate berzkirin.

Di mitîngê de hate gotin ku divê Ewropa li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a faşîst deng derbixîne.

Mitîng bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.