Li Bordeaûxê ji bo Şengalê çalakî hate lidarxistin
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, bi wesîleya salvegera fermana 3'ê Tebaxa 2014'an a li Şengalê çalakiyek hate lidarxistin.
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, bi wesîleya salvegera fermana 3'ê Tebaxa 2014'an a li Şengalê çalakiyek hate lidarxistin.
Meclîsa Bordeaûxê ya Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) roja Şemiyê fermana li dijî Şengalê hate kirin, bi çalakiyekê şermezar kir.
Çalakî li meydana Stalîngradê pêk hat. Hevseroka CDK-Bordeaûxê Bedîha Derîk li qada çalakiyê axivî û bi bîr xist ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Şengalê jin, zarok û extiyar jî di nav de zêdeyî 5 hezar Kurd ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatin qetilkirin. Bedîha Derîk got, "Jin hatin revandin, li bazaran hatin firotin û kolekirin. Zîhniyeta ku ev kiriye û piştevanên vê zîhniyetê wê timî bên şermezarkirin."
Piştî daxuyaniyê çalakger bi qîrîna dirûşman belav bû.