Li Bîelefeldê Kinaci û Dener hatin bibîranîn
Li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê şehîd Zeynep Kinaci û Halîm Dener hatin bibîranîn.
Li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê şehîd Zeynep Kinaci û Halîm Dener hatin bibîranîn.
Li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Azad li Navenda Çanda Kurd a Demokratîk şehîd Zeynep Kinaci (Zîlan) û Halîm Dener hate bibîranîn ê ku di sala 1994’an de li Hannoverê polîsên Elman ew qetil kiribû.
Di bibîranînê de li ser navê Tevgera Jinan Xatûn Demîr axivî û diyar kir ku xeta Zîlan xeta jinên azad û Rêber Apo ye. Demîr got ku, “Çalakiya Kinaci li dijî koletiyê ye. Tekane rêya xwedîderketina li bîranîna wan ev e ku em li ser xeta Rêber Apo xwe birêxistin bikin û li dijî êrîşên dijmin dakevin qadan.”
Li ser navê Komîteya Şehîdan jî axaftin hate kirin, sînevîzyona li ser Kinaci û Dener hate temaşekirin.