Li Bîelê çalakiya boykotkirina Tirk

Li bajarê Bîel a Swîsreyê li dijî komkujî û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Bakurê Rojhilata Sûriyê çalakiyek çêbû ku tê de bangewazî hat kirin malên Tikan û çûyîna Tirkiyê ya bi mebesta betlaneyê were boykotkirin.

Bi pêşengtiya komîteya piştewanî ya bi Rojava  li pêşiya istasyona navendî ya trenê, xwepêşandaneke şanoyî ya bi bangewaziya “Kujer Erdogan” pêk hat. Bi awayekî berdewam drûşmên “Swîsre fînanse dike, Tirkiye Bombebaran dike”, “Kujer Erdogan” û “Ji bo betlanê neçen Tirkiyê, nebin şirîkê komkujiyê” hatin berzkirin û danezan bi zimanên Almanî, Fransî û Îngilîzî hatin hatin xwendin.

Di axaftinên hatin kirin de jî hate gotin: “Di êrîşên ku şoreşa Rojava ya xwe dispêre azadîxwaziya jin, jîngehparêzî û demokrasiya beşdarger de rejîma faşîst a Erdogan di serî de Zarok li ser gelê sivîl êrîşên komkujiyê pêkaniye. Eger hûn biçin Tirkiyê, bi pereyên ku hûnê li wê xerc bikin, dê bibe sermayegozarî ji çekên Tirkan re.”

Çalakiya ku nêzî saetekî domkir bi qîrkirina drûşman bidawî bû.