Li Bernê WEF û êrîşa Şengalê hate protestokirin

Li bajarokê Davos ê Swîsreyê tê plankirina ku di navbera 21-24’ê Çileyê de WEF (Forma Aborî ya Cîhanê) were lidarxistin. Beriya formê li Bernê bi tevlîbûna 5 hezar kesî çalakiyek hate lidarxistin.

Li bajarokê Davos ê Swîsreyê di navbera dîrokên 21-24'ê Çile de tê plankirin ku Forma Aborî ya Cîhanê were lidarxistin. Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokê DYE Donald Trûmp ku wê li Davosê beşdarî Forûma Aborî ya Cîhanê bibin, politîkayên şer û komkujiyê yên Trûmp û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagiker yên bi ser Bakur Rojhilatê Sûriye û Şengalê hate protestokirin.

Rêxistinên koçberan ên Kurdistanî û Tirkiyeyî beşdarî çalakiyê bûn û çalakî li pêşiya îstasyona trenê destp^ekir. Çalakgeran dirûşmeyên “Bi pereyên we bi çekên wê gel tên qetilkirin”, “Berxwedana gelan berxwedan me ye”, “Bijî Berxwedana Şengalê” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Çalakî li navenda bajêr nêzî du saetan dom kir û li Reîthalle bidawî bû.