Li Bernê şehîd hatin bibîranîn

Şervanên HPG, YPG û YPJ’ê yên ku di demên cihê de di nav têkoşîna azadiyê ya Kurdan de şehîd bûne, li bajarê Bernê yê Swîsreyê hatin bibîranîn.

Xizmên şehîdan û bi sedan kes tevlî bibîranîna li Navenda Civakî ya Kurdistaniyan a Demokratîk bûn.

Di bibîranînê de gerîla Tûtkal (Laşer Çewlik), Mehmet Ûlûca (Tolhildan Dîrok) yên ku di 18’ê Gulana 2019’an de li gundê Derto yê Xelfetiyê şehîd bûbûn, Yasîr Xanîka (Mihemed Yasir) û Aras Xanîka (Mihemed Omer) ên ku di 26’ê Tîrmeha 2015’an de di azadkirina Hesekê de şehîd bûbûn, Mûkaddes Çinar (Leyla Xwînrêj) a ku di 12’ê Hezîrana 2019’an de li qada Omeriya ya Nisêbîna Merdînê di operasyona dewleta Tirk de şehîd bûbû, endamê Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM’ê Mihdî Şakir Ebdî (Polat Herekol) ê ku di 27’ê Tîrmeha 2016’an de li taxa Xerbî ya Qamişloyê di êrîşekê de şehîd bûbû û siyasetmedarê Kurd Hisên Çawis (Herekol) ê ku di 19’ê Tîrmeha 2016’an de di qezayekê de şehîd bûbû, hatin bibîranîn.

Nûnerê PYD’ê yê Swîsreyê, Nûnerê PYD’ê ya li Ewropayê, Hevserokê CDK-Swîsreyê û xizmên şehîdan axivîn. Di bibîranînê de êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin.

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser têkoşîna şehîdan hate temaşekirin.