Li Bern û Bellînzonayê Newroz hate pîrozkirin

Kurdên li Swêdê dijîn bi ruhê berxwedanê Newrozê pîroz dikin.

Li bajarên Bern û Bellînzonayê bi lidarxistina pîrozbahiyan Newroz hate pîroz kirin.

Li paytexta Bernê de beriya pîrozbahiya li ber navenda civaka Kurd hatî pêk anîn, di şexsê şehîdên têkoşîna Rizgariya Kurdistanê de deqîqeyekê rêz hate girtin.

Pîrozbahî bi dadana agirê Newrozê dest pê kir. Li ser navê Navenda Civaka Kurd axaftin hate kirin. Di axaftinê de destpêkê Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, gerîlayên di Qada Parastina Medyayê de têkoşîn dikin û girtiyên li zindanan li ber xwe didin, hate pîrozkirin.

Di axaftinê de hate gotin ku wê bi ruhê Newrozê û bi bilindkirina têkoşîna li dijî faşîzmê, ji bo azadiya gelê Kurd bibe bersiv. Pîrozbahî piştî axaftinê bi girtina govendê bi dawî bû.

BELLÎZONA

Kurdên li bajarê Bellîzonaya Swêdê jî bi çalakî û meşa li navenda bajar Newroz pîroz kirin.