Li Berlînê Zekî Şengalî hate bibîranîn

Mam Zekî Şengalî ku 15'ê Tebaxa 20182an bi êrîşa hewayî ya dewleta Tirk şehîd bûyî li Berlînê hate bibîranîn.

Bîranîna ku li Berlînê ya Elmanyayê NAV-YEK, Tevgera Jinên Ciwan, DEST-DAN Meclîsa Jinan û Kurdistaniyên Azad ên Berlînê organîze kirin bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Li ser navê NAV-YEK'ê Yilmaz Gunay axivî. Gunay got, ''Ji bo fêhmkirina Zekî Şengalî divê mirov baş bifikire, divê mirov zanibe bê ka çima di pêvajoyeke wiha de hate şehîdkirin'' û diyar kir bi Şengalî re, civaka Êzîdî kirine hedef.

Zozan Serhat jî li ser navê TJK-E'yê axivî û got, ''Sernekeftina komkujiya Şengalê xwestin bi şehîdkirina Mam Zekî telefî bikin. Sedam hê neketî Mam Zekî hate dihate Şengalê û bi gelê Êzîdî re dibû yek.''