Li Berlînê tûrnûvaya ji bo bîranîna Şehîdên meha Gulanê

Li paytext Berlînê, ji bo bîranîna Şehîdên meha Gulanê tûrnûvayeke futbolê hate lidarxistin.

Li paytexta Elmanya berlînê, Komuna Ciwanan a Şehîd Kawa Çekdar ji bo bîranîna Şehîdên meha Gulanê tûrnûvayeke futbolê li dar xist.

Tûrnûva diyarî Şehîd Sînan Dersim hate kirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê, li ser girîngiya şehîdan û wezîfeyên welatparêziyê di nava têkoşîna azadiyê de hate kirin.

Piştre jî tîmên FC Amara, Riha Spor, Nuxrut Spor û FC Zaxo dest bi maçên xwe kirin. Lê belê ji ber destwerdana polîsan tûrnûva nîvco ma. Ciwanan diyar kirin ku wê tûrnûvayê hefteyên bê dewam bikin.