Li Berlînê malbatên şehîdan li hev civiyan

Li paytexta Elmanya Berlînê malbatên şehîdan li hev civiyan.

Aktivîteya taştê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a DEST-DAN’ê ve hate lidarxistin û piranî malbatên şehîdan zêdetirî 100 kes beşdar bûn.

Piştî taştê malbatên şehîdan û beşdaran ji bo bîranîna şehîdan civînek lidarxist.

Civîn saet 12:00’an bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û axaftina destpêkirinê ji aliyê Hevseroka Meclîsa Civaka Kurdistaniyên Azad a Berlînê Nûjiyan Gunay ve hate kirin. Gunay ev tişt gotin; “Heta ku cîhan hebe em ê deyndarê şehîdên ku ji bo azadiya Kurdistan û rûmeta mirovahiyê canê xwe fedakirî bin.”

Piştre siyasetmedarê Kurd Huseyîn Yilmaz axivî û qala girîngiya eleqedarbûna bi malbatên şehîdan re kir.

Piştre siyasetmedara Kurd û endama TJK-E Zozan Serhet axivî û wiha got; “Gelê Kurd girêdayî mal û malbata xwe ye. Xwedî kevneşopiyekê ne ku, neviyên xwe teqsîr nakin û diparêzin. Divê saziyên me jî gelê me teqsîr neke û xwedî lê derbikeve. Divê xwedî li saziyan jî were derketin. Sazî û malbatên şehîdan girîng in. Me bişopînin, rexne bikin eger em ne layîq bin bipirsin bi teqez xwedî lê derbikevin. Hedef, ked û xwînda şehîdan vêya ji me dixwaze.”

Piştre helbesta Amed bi bendê şehîd hunermend Alî Temel hate guhdarkirin.