Li Berlînê ji bo girtiyên siyasî çalakî hat lidarxistin

Bi çalakiya li Berlînê hat lidarxistin îşaret bi serbest neberdana zêdetir 100 girtiyên bi nexwşiya giran li girtîgehên TC’ê ku raporên wan ên doktor jî hene û hate gotin ku dewleta Tirk ji mirina girtiyên nexweş berpirsiyar e.

Li paytexta Elmanya Berlînê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Dest-Danê li Kottbûsser Torê bi dirûşmeya “Ji tevahî girtiyên siyasî yên jin re azadî” çalakî hat lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wê di çalakiyê de ku daxwaza “Ji bo hemû girtiyên nexweş ên giran û jinên ku di girtîgehên Tirkiyeyê de wek dîlên siyasî tên girtin edalet” kirin û bal kişandin li ser desteserkirina mafên girtiyên siyasî yên Kurd ên li girtîgehên Komara Tirkiyeyê û derbarê Garîbe Gezer a ku tê îdîakirin piştî êşkenceyên sîstematîk xwe kuştiye, her wiha Abdurrezzak Şûyûr û Halîl Guneş ên ku tevî hemû serlêdanên taloqkirina înfazê û tevî ku demeke dirêj di lîsteya girtiyên nexweş de ne, nehatin berdan û li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan û têkildarê rewşa Aysel Tûglûk a ku tevî pirsgirêkên tenduristiyê hê jî di girtîgehê de ye, daxuyanî dan.

LI TIRKIYEYÊ CEZAYÊ ÎDAMÊ TÊ PÊKANÎN

Siyasetmedara jin a Kurd Sîbel Yîgîtalp îşaret bi şert û mercên girtîgehê ku ji bo girtiyên siyasî yên Kurd çiqas dijwar in kir û pratîkên heyî şibande pêkanîna cezayê îdamê.

Yîgîtalp anî ziman ku niha li Tirkiyeyê li ser Kurdan û demokratan înfazeke defakto tê kirin û wiha axaftina xwe domand: “Garîbe Gezer gelek caran hewl da dengê xwe bide bihîstin û diyar bike ku li odeya bi sunger rastî êrîşa zayendî û êşkenceya gardiyanan hatiye. Lê di nava çavên me temaşekirin û Garîbe kuştin û gotin 'xwe kuştiye'. Aysel Tûglûk jî ji ber têkoşîna wê girtin. Jixwe her kes dizane ku di merasîma cenazeya dayika wê de çi hatiye kirin, hevala me îro ji ber ku tişta li dayika wê hatiye kirin ji bîr nake, pirsgirêkên tenduristiyê yên pir giran hene. Em li kû bin jî em ê dengê hevala Aysel û hemû hevrêyên xwe yên girtî bilind bikin, em ê têbikoşin. Têkoşîna me ya ji bo berdana girtiyên nexweş wê bidome.”

‘EM KOMKUJIYÊN LI GIRTÎGEHAN JI BÎR NEKIN, EM XWEDÎ LI GIRTIYAN DERKEVIN'

Di daxuyaniya li ser navê Platforma Dengê Girtiyan de hat gotin ku di 19’ê Kanûna 2000’an de di dema derbasbûna girtîgehên tîpa F’yê de girtî rastî êşkence û qetlîaman hatin û wiha berdewam kir: “Dema ku MGK’ê biryara qetlîama 19’ê Kanûnê da, cîbicîkarê wê Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevit, Wezîrê Dadê Hîkmet Samî Turk, Wezîrê Navxwe Saadettîn Tantan bû. Wek qetlîamên din ên dewleta faşîst bi nixumandina vê qetlîamê re, yên fermana wê qetlîamê dane û pêkanîne heta îro nehatine darizandin. Îro jî di sala 21’an a Komkujiya 19'ê Kanûnê de pêkanînên li dijî mirovahiyê yên li girtîgehan dewam dikin. Girtiyên bi nexweşiya giran divê li gorî qanûnên rejîma faşîst bi xwe bên berdan, qanûnên dijmin ên li dijî girtiyên şoreşger bi rêya saziya tiba edlî tê sepandin û girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Di serî de Aysel Tûglûk zêdetirê 100 girtiyên nexweş ên giran tevî ku raporên wan ên doktor heyî jî nayên berdan.”

‘BERPIRSYARÊ MIRINA GARIBE DEWLETA FAŞÎST E’

Di berdewama daxuyaniyê de behsa şert û mercên girtîgehan jî hat kirin û hate gotin: “Herî dawî Garîbe Gezer di pêvajoya girtîbûnê ya 5 salan de rastî êşkenceyê hat û cezayê hucreya takekesî lê hat birîn. Ji aliyê gardiyanan ve li odeya bi sunger rastî tecawizê hat û cenazeyê wê radestî malbata wê hat kirin. Dewleta faşîst a ku hiqûqa dijminatiyê li dijî girtiyên şoreşger pêk tîne, berpirsyarê mirina Garîbe ye.”

‘Lİ TİRKİYÊ POLÎTÎKAYA ŞÎDETÊ Û QİRKİRİNÊ YA Lİ DİJÎ GELÊ KURD KET MERİYETÊ’

Li ser navê Meclîsa Jinê ya Dest-Dan jî ev tişt hate gotin: “Ji sala 2015’an û vir ve hevdîtinên aştiyê yên di navbera hikûmeta AKP’ê û Abdullah Ocalan de bi dawî bûn, li Tirkiyeyê polîtîkaya şîdetê û qirkirinê ya li dijî gelê Kurd ket meriyetê. Girtin, êşkence, kuştinên kiryar nediyar û polîtîkayeke asîmîlasyonê ya ku mafê îfadekirina her cûre raman, daxwazên siyasî û rêxistinbûyîna gel ji destê wê girt, hate ferzkirin.”

Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin ku Garîbe Gezer di encama vê polîtîkayê de jiyana xwe ji dest daye û hat destnîşankirin ku Aysel Tûglûk jî rastî pêkanînên siyasî yên bi heman rengî hatiye.

Di berdewama daxuyaniyê de berxwedana Mazlûm Dogan, Sakîne Cansiz û Leyla Guven a li dijî zextên li girtîgehan hat bibîrxistin û hat gotin, "Ewan li dijî tecrîdê li berxwe dan."

Dîsa di daxuyaniyê de hate ziman ku polîtîkaya niha ya Komara Tirkiyeyê "nebînin, nebihîsin û neaxivin" e û ev polîtîka girtiyan dikuje.

Di çalakiyê de dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî berxwedana zindanan", "Ji girtiyên siyasî re azadî" hatin berzkirin.