Li Berlînê dewleta Îranê hate protestokirin

Li paytexta Elmanya Berlînê zextên dewleta Îranê yên li dijî gelê Kurd û sivîlan bi çalakiyekê hate protesto kirin.

Kurdistanî saet 13:00’an li qada Kottbûsser-Tor a Berlînê li hev civiyan û bi çalakiyekê dewleta Îranê protesto kirin.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û zextên dewleta Îranê yên lid ijî gelê Kurd hate şermezar kirin û hate gotin ku gelê Kurd ne bi tenê ye. Çalakî bi dirûşmeyên “rejîma faşîst a Îranê” , “Jin, Jiyan, Azadî” û “Dîktator Îran” bi dawî bû.