Li Berlînê çalakiya nobedê ya 4 rojan bi meşekê bi dawî bû

Çalakiya rûniştinê û nobeda 4 rojan a siyasetmedarên HDP’yî ya li paytexta Elmanya Berlînê duh bi dawî bû.

Siyasetmedarên HDP'yî û akademîsyen ji bo ku balê bikişînin ser grevên birçîbûnên ên ku bi pêşengtiya Leyla Guven dest pê kirî li Berlînê roja Sêşemê çalakiya rûniştinê û nobeda 4 rojan dabûn destpê kirin. Çalakî bi serdana 4 berxwedêrên greva birçîbûnê yên ku li herêma di navbera Parlamena Elmanya ya Federal û avahiya serokwezîrtiyê de çalakiya xwe didomînin, bi dawî bû.

Çalaiya rûniştin û nobedê ya HDP’yiyan rojane saet 13:00’an desptê kir û heta saet 17:00’an dom kir. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî û Îngîlîzî hate belav kirin.

Di çalakiyê de gelek axaftin hatin kirin û di axaftinan de bal hate kişandin li ser çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên kirin.

Girseya gel a ku bi pêşengiya HDP’yiyên ku li Qada Brandenbûrger Tor a Berlînê di çalakiyê de bûn, meş lidardixstin û govend digirtin.

Îro jî di çarçoveya çalakiyê de Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Hevşaredara berê ya Cizîrê Leyla Îmret, akademîsyen Mûzaffer Kaya, Nazan Ustundag, Nevra Akdemîr, ji SKB’ê Sher Yeter, Îrfan Keskîn, Parlamenterê Partiya Çep Hakan Taş û Hozan Aydin axivîn.

Çalakî heta seat 17:00’an dom kir û piştre girseyê serdana 4 çalakgerên greva birçîbûnê yên li herêma di navbera Parlamena Federal û avahiya serokwezîrtiyê de çalakiyê didomînin, kirin.

HDP’yiyan peyamên piştevaniya bi çalakgeran re ragihandin û çalakiya HDP’yî û akademîsyeyan bidawî bû.