Li ber Sefaretxaneya Sirbistanê ya Berlînê ji bo Pîroglû çalakî hate lidarxistin
Li ser banga Platforma Dengê Girtiyan (TSP) û ADGB'ê, ji bo Ecevît Pîroglû ji Sirbistanê derkeve li ber Sefaretxaneya Sirbistanê ya Berlînê çalakî hate lidarxistin.
Li ser banga Platforma Dengê Girtiyan (TSP) û ADGB'ê, ji bo Ecevît Pîroglû ji Sirbistanê derkeve li ber Sefaretxaneya Sirbistanê ya Berlînê çalakî hate lidarxistin.
Li gelek welatên Ewropayê bi daxwaza "Ji Ecevît Pîroglû re azadî" li ber balyozxane û konsolosxaneyên Sirbistanê çalakî hatin lidarxistin.
Di çalakiya li Berlînê de hate bibîrxistin ku dewleta Sirbistanê 3 sal in mafên hiqûqî yên navxweyî û navneteweyî yê şoreşgerê enternasyonalîst Ecevît Pîroglû binpê dike û dîl girtin. Hat gotin ku Pîroglû di encama têkoşîna hevpar û berxwedana Pîroglû de serbest hate berdan.
Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku serbestberdana Pîroglû tenê qonaxa yekemîn a têkoşînê ye û heta ku ji Sirbistanê dernekeve ne azad e.
Daraza Sirbistanê her çiqasî piştî bertekên tund Pîroglû serbest berda jî, gera wî hatiye qedexekirin.
TSP û ADGB'ê diyar kirin ku Pîroglû dîsa di bin xeteriya girtinê de ye û bi radestkirina dewleta Tirk re rû bi rû ye.
Bang li dewleta Sirbistanê kirin ku dev ji peymanên qirêj ên bi dewleta Tirk a faşîst re kirine berde û li gorî hiqûqa navneteweyî bihêle ku Piroglû ji Sirbistanê derkeve.
Platforma Dengê Girtiyan û ADGB'ê ragihandin ku heta Pîroglû ji Sirbistanê dernekeve wê çalakiyên xwe bidomînin.
Di çalakiyê de dirûşmeyên "Ji Ecevît Pîroglû re azadî" û "Bijî piştevaniya navneteweyî" hatin berzkirin.
Di dawiya çalakiyê de xwestin dosyayek radestî sefaretxaneyê bikin, lê peywirdaran derî venekirin û xwestin dosyayû têxin sindoqê. Çalakî piştî ku dosya xistin sindoqê bi dawî bû.