Li ber avahiya NY çalakiya ji bo azadiya girtiyên siyasî

Li ber avahiya NY’ê ya li bajarê Cenevre a Swîsreyê ji bo azadiya girtiyên siyasî çalakî hat lidarxistin.

Bi mebesta ku daxwazên endamên Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal yên bi daxwaza darezandineke adil dest bi greva birçîbûnê kiribûn û veguherandibûn rojiya mirinê werin pejirandin û serbest bên berdan, her wiha daxwazên endamên Grûp Yorumê jî werin bi cih anîn, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) şaxa Cenevreyê çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiya ku bi hatina cem hev a Tirkiyeyî û Kurdistaniyan ya bi pêşengtiya Komîteya Piştevaniyê ya Cenevreyê pêkhatî de hate xwestin ku girtiyên siyasî bi şeklekî adilane werin darizandin û demildest serbest werin berdan.

Hevserokê CDK ya Cenevreyê Salih Saglam axaftinek kir, tê de diyar kir ku divê li gel hemû dîlên siyasî, Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û girtiyên siyasî bi awayek adilane werin darizandin û got: “Rejîma faşîst a AKP-MHP-Erdogan bi pêkanîna êşkenceya tecrîda Îmraliyê û hemû binpêkirinên mafan re, îro tevahî girtîgehên li Tirkiyê vê polîtîkaya xwe didomîne.”