BI DÎMEN

Li Başûrê Fransayê meşa ji bo azadiya Rêber Apo

Bi hezaran kes ji Başûrê Fransayê herikîn Marsîlyayê û ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan.

Bi hezaran kesên ji bajarên cuda yên Fransayê bi daxwaza “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Kurdistanê re Statu” hatin Marsîlyayê. Çalakî ji aliyê Meclîsa Demokratîk a Marsîlyayê û Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan ve hate lidarxistin û girseya ji Bordeaux, Nantes, Lyon, Nice ve Avignon hatin, tevlî çalakiyê bûn.

Girseya ku li Kolana Canabiere ya Marsîlyayê li hev civiyan bi berzkirina dirûşmeya “Ji Rêber Apo re Azadî” heta avahiya Neteweyên Yekbûyî meşiyan.

Di meşê de tevî wêneya Rêber Apo û pankarta mezin a bi nivîsa “Free Ocalan”, pankartên “La Liberte de Ocalan Est La Nortre”, “Jin Jiyan Azadî”, “Liberte Pour Ocalan, La Paix au Kurdistan” hatin hilgirtin.

Meş heta avahiya NY’ê dewam kir û Endamê Partiya Keskan a Fransayê (EELV) Amin Kessaci axivî. Kessaci bal kişand ser berxwedan û mîrateya çandî ya gelê Kurd û wiha got: “Berxwedan û çanda bi kok a Kurdan îro li Rojava şîn dibe. Ev berxwedan wê azadiya Birêz Abdullah Ocalan jî bîne.”

Berdevkê Meclîsa Gel a Marsîlyayê Erhan Karayazi jî diyar kir ku ew ê ji bo azadiya Rêber Apo li her qadê çalakiyên xwe bidomînin. Karayazi ji civaka navneteweyî xwest ku ji bo azadiya Rêber Apo zêdetir zextê bikin û got: “Têkoşîna me wê ji bo azadiya Rêber Apo li her platformê dewam bike.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.