Li Baselê piştevaniya bi Dayîkên Şemiyê re

Li Baselê, hefteya 800’emîn a çalakiyên Dayîkên Şemiyê silav kirin.

Ji bo çalakiya hefteya 800’emîn a Dayîkên Şemiyê, li Basela Swîsreyê çalakiyeke piştevaniyê hate lidarxistin.

Çalakiya bi banga Komîteya Navneteweyî ya li dijî Windahiyên Destgîrkirî (ÎCAD) û Nûnerên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Swîsreyê, li Claraplastzê bi tevlîbûna saziyên demokratîk hatî lidarxistin, peyama “Em têkoşîna Dayîkên Şemiyê silav dikin! Windahiyên destgîrkirî nayê jibîrkirin, em kûjeran efû nakîn” dan.

Di çalakiyê de, êrîşa polîsên Tirk ên li dijî xizmên windahiyan jî hatin protestokirin.

Li vir li ser navê ÎCAD û ÎHD’ê axaftin hatin kirin û piştî belavokên bi Elmanî hatin xwendin çalakî bi dawî bû.