Li Baselê bîranîna şehîdan

8 gerîlayên li Dersimê di 5'ê Kanûnê de şehîd bûn û gerîlayên ku di demên cuda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, li Baselê hatin bîranîn.

Gerîla Mûnzûr Dersim (Cîhan Soylemez), Veroz Mûnzûr (Çagla Yeleser), Nûda Karker (Guler Karaer), Baz Colemêrg (Nevzat Demîr), Jînda Gabar (Mîhrîban Ata), Rojîn Xweza (Hasret Ulger), Şervan Partîzan (Nîmet Arşîmet), Azad Wan (Akîf Bedir ên ku 5'ê Kanûnê li Çiyayên Mercan ên Dersimê di şer de şehîd bûn û Kendal Welat Dersim (Xemgîn Ozturk) ê 6'ê Tebaxa 2020'î li Heftanînê şehîd bû, Çekdar Giravî (Sezer Emre) yê 27'ê Tîrmeha 2021'ê li Xakurkê şehîd bû, Serhat Giravî (Kamûran Alpsar) û Hacî Agaç ên 3'ê Gulana 2021'ê li Avaşînê şehîd bûn, li bajarê Basel ê Swîsreyê hatin bîranîn.

Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û xizmên şehîdan û bi sedan Kurdistanî tevlî bûn.

Destpêkê ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.

Piştre bi navê Saziya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) Mehmet Goksûngûr axivî û got, "Eger îro Tevgera Azadiyê ya Kurd weke hêzeke ku têk naçe hebe, ev yek ji ber kevneşopiya berxwedanê ya têkoşîna şehîdên me ye. Em ê bi xwedîderketina li mîrateya berxwedanê ya şehîdên xwe têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin."

Siyasetmedarê Kurd Serhat Agirî jî gotina Hayrî Dûrmûş bi bîr xist ku gotibû, "Bila li ser kevirê gora min binivîsînin; deyndarê gelê xwe bû" û wiha dewam kir. "Bi xwedîderketina li mîrateya berxwedanê ya şehîdan em dikarin bersivê bidin şehîdan."

Agirî destnîşan kir ku dewleta Tirk a komkujer li gel çekên xwe yên ji teknolojiya herî pêşketî jî li pêşberî têkoşîna gerîla têk diçe û got, "Li hemberî têkoşîna gerîla ku li ser xeta berxwedanê ya Rêber Apo ne, hêzên dagirker û komkujer wê teqez têk biçin."

Piştre dayika Baz Colemêrg Meryem axivî û got, "Kurê min şehîdê gelê Kurd e. Bila serê gelê Kurd sax be.

Civîna bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.