Li Atînayê li dijî Qetlîama Parîsê meşek hat lidarxistin

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê ji bo sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şeylemez meşek hat lidarxistin.

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê ji bo yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi beşdariya bi sedan Kurdistanî meş û çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Di çalakiyê de pankart û posterên sê jinên şoreşger ên hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Her wiha di meşê de alên PKK û KCK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat hildann. Meşê ji Qada Syntagma ya Atînayê heta Sefaretxaneya Fransayê berdewam kir.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok APO", "Jin jiyan azadî", "Sara Rojbîn Ronahî", "Faşîst Erdogan, qatil Erdogan" hatin berzkirin.

Li ber Sefaretxaneya Fransayê belavokek derbarê komkujiyê hat xwendin û piştre ji bo ronîkirin û lêkolîna komkujiyê dosyayek radestî sefaretxaneyê hat kirin.

'EM LI SER ŞOPA 3 ŞEHÎDÊN XWE NE'

Piştre gel ji ber Sefaretxaneya Fransayê heta ber Sefaretxaneya Tirk meşiyan. Xecê Kalkan li ber Sefaretxaneyê daxuyanî da û got, "Dewleta Tirk ji jinan û têkoşîna wan ditirse. Ji ber vê yekê li jinan hêrs dibin. Sara, Rojbîn û Ronahî jî ji aliyê dewleta Tirk û alîgirên wê ango gladioya navneteweyî ve hatin qetilkirin. Gelê Kurd û jinan bi çalakiyan û protestokirinan bersiv dan vê qetlîamê. Li Ewropayê 5 roj in çalakî didomin, em ê îro çeleng deynin ber sefaretxaneya Tirk. Divê mêtinger zanibin ku rûyê wan reş e. maskeyên wan ên qirêj ketine, qetlîamkar in, em ê li ser şopa şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî bimeşin û têkoşîna wan ji her demê zêdetir mezin bikin."