Li Atîna û Bîelefeldê êrîşa li dijî Şengalê hate protestokirin

Li paytexta Yewnanistan Atîna û bajarê Elmanya Bîelefeldê êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Şengalê hate protesto kirin.

ATÎNA

Li ser banga Tevgera Ciwanên Şoreşger û Navenda Çanda Kurd bi tevlîbûna komên sosyalîst, çepgir û anarşîst û bi sedan Kurdsitaniyan meşek hate lidarxistin. Meş li Qada Akademîayê destpê kir û gelê Yewnan piştigrî da meşê.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên YPG û YJP’ê hatin hildan. Meş heta cadeyên bingehîn ên bajêr dom kir. Di meşê de belavokên têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker hatin belavkirin û gelê derdor jî piştgirî da meşê.

Bê navber dirûşmeyên “faşîst, katîl Erdogan” û “Bijî berxwedana Şengalê” hatin berzkirrin û meş heta sefaretxaneya Tirkiyê dom kir. Li vir mîtîngek hate lidarxistin û li ser navê Kurdistanî, komên çepgir, anarşîst û sosyalîst axaftin hatin kirin.

Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.

BÎELEFELD

Li bajarê Elmanya Bîelefeldê êrîşa dewleta Tirk a li dijî Şengalê hate protesto kirin.

Meş bi rêzgirtin û axaftinan destpê kir û heta navenda bajêr dewam kir.

Di meşê de wêneyên şehîdên Şengalê hatin hildan û bê navber dirûşme hatin berzkirin. Di meşê de belavok hatin belavkirin.

Li HBF Bîelefeldê mîtîngek hate lidarxistin.